Borrell diçe sînorê pêş yê navbera Ûkrayna û Rûsya

Berpirsê Bilind yê YE Borrell ji bo piştevaniya YE ji Kîevê re nîşan bide, wê serdana Ûkrayna bike. Û here xetên pêş yên sînorê navbera Ûkrayna û Rûsya.

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell di demekê ku metirsiya êrişek Rûsya li dijî Ûkrayna heyî de wê serdana kîevê bike.

Josep Borrell bi vê yekê re wê piştgiriya Brukselê ya ji bo Kîevê nîşan bide.

Borrell wê serdana “xeta têkiliyê” jî bike ku tê de artêşa Ûkraynayê û cudaxwazên alîgirê Rûsyayê yên li rojhilat rû bi rû tên.

Nûnerê YE ku wê di serdana xwe ya Ûkraynayê de bi rayedarên paytext Kîevê re jî bicive axivî û got,

“Divê hemû axaftinên li ser ewlekariya Ewropayê bi YE’yê û bi beşdariya wê re bên koordînekirin.”

Li gorî AFP’ê, YE di demekê ku DYA û Rûsya li ser hevsengiya hêzê ya li Ewropayê danûstandinan dikin fikarê wan heye ku li kêlekê werin hiştin.

Şandeyên Amerîka û Rûsyayê li Cenevê wê du rojan li ser krîza Ûkraynayê gotûbêj bikin.

Kîev ji sala 2014’an ve, dema ku Kirim ji aliyê Rûsyayê ve hat kontrolkirin, li du herêmên sînorê welatê xwe li dijî aligirên Rûsya şerê cudaxweazan dike.

Di şer de 13 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di demekê ku Kîev diyar dike Rûsya piştgiriya leşkerî dide cudaxwazan, Moskow van îdiayan red dike.

Li aliyê din Kîev û welatên rojava îdia dikin ku Rûsyayê bi deh hezaran leşker li ser sînor kom kirine û xwe amade dikin ku êrîşî Ûkraynayê bikin.

Back to top button