Kesek bi gomana şewitandina parlementoya Başûrê Afrîkayê hat binçavkirin

Ji roja Yekşemê ve, 2 caran agir bi avahiya parlementoya Başûrê Afrîkayê dikeve. Rayedarên polîsan eşkere kirin ku wan heta niha kesekî bigoman binçav kirine.

Pêr li paytexta Başûrê Afrîkayê Cap Town (Kêp Tawun) agirkeke mezin bi avahiya Parlementoyê ket.

Di encamê de banê avahiyê hilweşiya û zerareke mezin lê bû.

Piştî xebatên 2 rojan, doh komên agirkuj karîbûn şewatê kontrol bikin.

Lê piştî wê bi çend saetan şewatê careke din xwe li avahiyê girt.

Li gorî hukûmetê, şewat ji ber dîwarên text û merşên li nava avahiyê dûbare bûye.

Li aliyê din rayedarên polîsan jî eşkere kirin ku keseke bi goman hatiye binçavkirin.

Serokê welat Cyril Ramaphosa (Sîriyel Ramafoza) şewat weke bûyereke kambax binav kir û got;

Pergala agirkujiyê bi erka xwe ranebû û vê yekê hişt ku zerar li parlementoyê bibe.

Back to top button