Di salekê 2 rojnamevan hatin kuştin û 62 jî hatin girtin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle-Firatê rapora sala 2021’an a zextên li ser rojnamevanan eşkere kir. Komeleyê diyar kir sala 2021’an de 55 rojnamevan rastî êrişan hatin, 2 jiyana xwe ji dest da û 62 rojnamevan jî hatin girtin.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê ‘Rapora Binpêkirinên sala 2021’an ya li dijî Rojnamevanan” li avahiya komeleyê bi civîneke çapemeniyê ragihand.

Hevserokê Komelê Serdar Altan diyar kir ku di nava salekê de:

Êriş li 55 rojnamevanan hate kirin.

2 rojnamevan hatin kuştin.

Avêtin ser malên 9 rojnamevanan.

61 rojnamevan hatin binçavkirin, 6 jê hatin girtin û êşkence li 23 rojnamevanan hate kirin.

Gef û zexta sîxuriyê li 11 rojnamevanan hate kirin.

102 rojnamevan di dema şopandina nûçeyê de hatin astengkirin.

Li girtîgehan 17 caran mafên wan hatin binpêkirin.

54 rojnamevan ketine ber lêpirsînê.

Doz li 51 rojnamevanan hate vekirin.

Li 47 rojnamevanan bi giştî 133 sal û 8 meh û 21 roj cezayê girtîgehê û 72.206 TL cezayê pere hate birîn.

Li 746 rojnamevnan jî dosya darizandinê hene û 62 rojnamevan hê jî girtî ne.”

Back to top button