Cemal Şêx-Baqî: Divê PDK li daxwazên dayîkên li Sêmalka guhdar bike

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd ya Sûrî Cemal Şêxbaqî derbarê çalakiya malbatên şehîdan a li Sêmalka ku zêdtirî 3 mehin didome ji televîzyona me re axivî. Şêxbaqî anî ziman ku divê PDK guh bide dayikên şehîdan û cenazeyan radest bike.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêxbaqî bû mêvanê televizyona me û derbarê çalakiya malbatên şehîdan a li Sêmalka ku ket meha 4’an û girtina derî de nirxandin kirin..

Şêxbaqî anî ziman ku divê hemû alî li dayik û malbatên şehîdan guhdar bikin, lê li şûna daxwazên dayikên şehîdan were guhdarkirin, ew hatin paşguhkirin.

Cemal Şêx Baqî: Ev derî girêdana du parçeyên welat bi hev re ye

Derbarê girtina deriyê pêşxabûr de jî Şêxbaqî diyar kir ku ev derî ji pêwistiyên jiyanî zêdetir, girêdana dû parçeyên welatekî bi hev re ye û diviya bû ev yek berî her tiştî li ber çavan bihata girtin..

Cemal Şêx Baqî: Nakokî bi diyalogê çareser dibin ne bi girtina derî

Sekreterê partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêxbaqî her wiha balkişand ser vê yekê ku nakokiyên di nava dû aliyan de dikarin bi diyalogan werin çareserkirin û nabe bi girtina deriyan bersiv were dayîn.

 

Back to top button