Balafirên Rusyayê herêmên Idlib û Humsê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rusyayê careke din rojavayê Idlibê û deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî bombebaran kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê îro balafirên şer ên Rusyayê 4 caran herêma çiyayê Zawiyê ya li rojavayê Idlibê bombebarankir.

Hat ragihandin ji ber êrişê birîndar hene.

Li aliyekî din jî, çavdêriyê ragihand ku vê sibê de balafirên şer ên Rusyayê deverên DAIŞ’ê ên li çolistana El Xisna ya li rojhilatê Himusê, bombebarankirin.

Back to top button