Li Efrînê çeteyan 2 welatî ji navçeya Raco revandin

Sûc û hovîtiya dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê li Efrînê roj bi roj zêde dibin. Çeteyan 2 welatî ji gundê Hecîko yê bi ser navçeya Raco revandin. Dagirekran zêdeyî 50 hektar zeviyên çandiniyê li gundê Şorbe yê navçeya Mabeta desteser kir û zêdeyî 200 dar li navçeyên Bilbil û Şera birîn.

Li Efrîna dagirkirî, bûyerên kuştin, revandin û talankirina malûmilkên welatiyan bûye kiryarekî rojane ya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê.

Jin, zarok, kesên temenmezin û heta xweza û kevirên Efrînê ji hovîtiya dagikeriya Tirk bê par namînin.

Rêxistina Mafên Mirovan Efrînê ragihand ku çeteyan 2 welatîyên bi navê Hesen Ehmed Birîm ê 45 salî û Ehmed Reşîd Reşîd ê 50 salî ji gundê Hecîko yê bi ser navçeya Raco revandin.

Hat diyarkirin çeteyan kesên revandin birin navenda xwe ya li navçeyê û heta niha çarenûsa her du welatiyan nayên zanîn.

Çeteyan 50 hektar zeviyên çandiniyê desteser kir û zêdeyî 200 dar birîn

Li aliyekî din, çeteyan li gundê Şorbe yê navçeya Mabeta, zêdeyî 50 hektar zeviyên çandiniyê desteser kir.

Çeteyan li gundê Meydankê 90, li gundê Duraqliya yê Bilbilê 70 û li navçeya Şera jî 70 dar bîrîn.

Doh jî çeteyan 700 darên zeytûnan li navçeya Şêrawayê birîn.

Di encama şerê di navbera çeteyan de, 2 çete hatin kuştin

Li aliyê din şerê di nava çeteyan de jî yê li ser dizî û talaniya li Efrînê dewam dike.

Di encama şerê di navbera çeteyên Ehrar El-Şam de a li ser parvekirina mal û milkên welatiyan, serçeteyê koma Liwaa El-Muhacirîn yê bi navê Mehmûd Binyan û çeteyekî din ji heman komê hatin kuştin, 4 jî bi giranî birîndar bûn.

Her wiha çeteyan serçeteyê bi navê Awed Xalid yê berê di nava koma çeteyên El Hemzat de bûn revandin.

Li aliyekî din, li cihekî termê kesekî ji herêmên Helebê ku li Efrînê hatiye bicihkirin li gundê Îska yê bi ser navçeya Şêrawa hate dîtin, .

Li cihekî din jî zarokeke 10 salî a ji malbatên çeteyan ku li Efrînê hatine bicihkirin ji hêla çeteyan ve hate revandin.

Li herêmên dagirkirî li dijî çeteyên Tirkiyê xwepêşandan têne lidarxistin

Hêrsa malbatên li Efrîn û herêmên dagirkirî bi cih bûne dijî kiryarên çeteyan û rewşa jiyanî jî zêde bûye.

Li Efrînê, Serê Kaniyê, Mare, Ezaz û gelek deverên din dijî kiryarên çeteyan û ji ber kêmbûna xezmetguzariyê xwepêşandan têne lidarxistin.

 

Back to top button