Li Mêrdînê merasîma bîranîna hat lidarxistin

Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir li Silopî di 4’ê Çileya 2016’an de dema qedexeya derketina derve bi destê dewleta Tirk hatin qetilkirin. Her wiha salvegera qetilkirina hersê jinên şoreşger Sakîne, Fîdan û Leyla ya li Parisê jî nêz bûye. Li avahiya HDP’ê ya Mêrdînê merasîma bîranînê pêk hat.

Siyasetmedarên kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê û Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir li Silopî di 4’ê Çileya 2016’an de hatin qetilkirin..

Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad TJA li avahiya HDP’ê ya Mêrdînê merasîma bîranînê pêk hat..

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê sînevîzyona li ser jiyana van têkoşerên jin hat nîşandan..

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Halîme Kaya, ev komkujiya li ser têkoşerên jin şermezar kir û got:

“Em van komkujiyan û vê ferasetê şermezar dikin. Em van têkoşerên bi bîr tînin û li pêşberî şehadeta wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.”

Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Aga-oglû jî axivî û got:

“Divê hesabê vê komkujiyê were pirsîn. Ew ê têkoşîna jinên kurd bidome. “

Back to top button