Ciwanan li Şehbayê bi meşeke meşeleyan komkujiya 25’ê li Kobanê şermezar kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê – Efrînê, bi meşeke bi meşeleyan şeremzarikirina êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê ku di encamê de 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn, şermezar kir.

Meş li navçeya Fafînê ya Şehbayê, ji pêşiya navenda Meclisa Kantona Şehbayê dest pê kir.

Ciwanan wêneyên şehîdên komkujiya 25’ê Kanûnê li Kobanê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û pankartên “Ji bo tolhildana şehîdan, li dijî xiyanetê tê bikoşin û faşîzmê hilweşînin” û “Azadiya Rêber APO azadiya me ye” hildan.

Meş li ber dibistana Ajokariyê ya li aliyê başûrê navçeyê rawestiya.

Li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê- Efrîn, Ehmed Hesen axivî û got, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji êrşên li ser Zirgan, Til Rifet û Kobanê ne cûda ne.

Armanca van êrişan qirkirina gelê Kurd û têkbirina projeya biratiya gelan e.

Back to top button