Aram Henna: Êrişên dewleta Tirk encama bêdengiya hêzên navneteweyî ye

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Aram Henna têkildarî êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker got: “

Ev êriş hemwextî lidarxistina civînên Astana a 17 an a neneteweyî zêde bûn.

Ev êriş, encama bêdengiya hêzên çalak ên li Sûriyê ye.”

Aram Henna derbarê mijar ji ajansa ANHA’yê re axivî .

Aram da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker binpêkirina lihevkirinên agirbestê didomîne û wiha domand:

“Dema ku dewleta Tirk nikarî destwerdana herêmê bike, êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.”

Berdevkê QSD`ê Aram Henna zêdekirina êrişan û hedefgirtina welatiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sûcên şer bi nav kirin, her wiha Ev êriş hemwextî lidarxistina civînên Astana 17 ên neneteweyî, zêde bûn.

Henna da zanîn ku bêdengiya civaka navneteweyî bû sedem ku heya bi cihên olî û yên pîroz ên gelê herêmê bên hedefkirin

Berdevkê QSD`ê Aram Henna di dawiyê de piştrast kir ku hêzên leşkerî li seranserî eniyên şer li ber xwe didin û pabendî lihevkirinên agirbestê ne.

Back to top button