Xwepêşandanên gel hikumeta Kazaxistanê neçarî îstîfayê kir

Li Kazaxistanê bûhayê sotemeniyê dawî li hikumeta Serokwezîr Mamîn anî. di nava çend rojan de xwepêşandanên protestoyî yên gel hukûmet neçar kir ku dest ji erka xwe berde. Pişt ku îstîfaya serokwezîr Askar Mamîn hate qebûlkirin, wê hikumet bi awayekî demî ji aliyê Alîhan Smaîlov ve were birêvebirin.

Piştî ku li Qazaxistanê xwepêşandanên li dijî bihabûna sotemeniyê ranewestiyan hikûmet neçar ma îstifa bike.

Piştî ku li gelek deverên welêt Rewşa Awarte hat îlankirin û protestoyên doh dewam kirin, Serokomar Kasım Comert Tokayev îstifaya hikûmetê qebûl kir.

Di saetên îro yên despêkê de, hat ragihandin ku Alîkarê Serokwezîrê berê Alîhan Smaylov wek Serokwezîr hat erkdarkirin.

Li dijî xwepêşandanên doh li bajarê herî mezin ê Kazaxistanê Almatî, hejmareke zêde ya polîs hatin bicihkirin.

Li gorî AFP’ê, polîsan gaza rondikrêj û bombeyên şokê bikar anîne.

Di xwepêşandana ku nêzî 5 hezar kes beşdar bûn de, pevçûnên dijwar rûdan.

Li welatê Kazexîstan ya Asyaya Navîn, di piraniya rojê de înternet hate qutkirin û aplikasyonên peyaman jî hatin astengkirin.

Li Qazaxistanê 2’ê Çile, kotaya bihayê LPG hat rakirin û paşê bihayê wê du qat zêde bû.

Komara Sovyeta berê ragihand di êrişên xwepêşandêran yên li ser avahiyên hikumetê ku li 3 bajaran de, bêtirî 200 kes hatine binçavkirin.

Her wiha 95 polîs jî birîndar bûne.

Kazakistan ku xwedî aboriya herî mezin a li Asya Navîn e, bi mezinbûna aboriyê balê dikişîne ser xwe.

Lê kêmbûna bihayê petrolê û krîza aboriyê ya li Rûsyayê, bûn sedem ku nirxê pereyê Kazakistanê tenge kêm bibe û enflasyon mezin bibe.

Back to top button