Li Hesekê li dijî êrişan çalakiya konvedanê dest pê kir

Gelên herêmê ku ziyaneke mezin ji êrişên Dewleta Tirk dibînin, li dijî van êrişan bi hêrs in.
Taybet ku di van êrişên dawî de, heta niha bi dehan bûne qurban û birîndar bûne.
Li Hesekê, li dijî van êrişan îro çalakiya konvedanê dest pê dike.

Çalakî ji aliyê jinên ciwan ên herêmê ve hatiye birêxistinkirin.

Armanca wê jî, bidawîkirina êrişên li ser herêmê ye.

Şêniyên Hesekê jî wê beşdarî çalakiyê bibin û li dijî van êrişan helwestê nîşan bidin.

Biryar e, ev çalakî heta sê rojan bidome.

Dema dawî, asta êrişên Tirkiyeya dagirker ên li ser herêmê zêde bûye.

Tê de bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn.

Li hember van êrişan, hêzên navneteweyî ku li herêmê garantor in, bêdeng in.

Back to top button