Bi 4 muşekan êrişî barageha Amerîka ya li Bexda hate kirin

Li Iraqê rewş aloz dibe. Ji despêka salê ve, êrişên li ser baragahên DYA yên li Iraqê zêde bûne. Şevê din careke din bi 4 muşekan êrişî baragahek amarîka ya li Bexdayê hate kirin. Fermandarê Supayên Pasdaran ê Îranê Xanî jî di merasîma bîranîna Qasim Suleymanî de, careke din soza tolhildanê da.

Bi rasthatina salvegera 2. a kuştina Fermandarê Supayê Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî êrişên li ser baragahên koalîsyonê zêde bûne.

Li gorî çavkaniyek ewlehiyê ya Iraqê, di saetên sibehê de bi çar muşekên katûşa êrişê baregeha Amerîka ya bi navê Victoria ku li nava balefirxaneya navnetewî ya Bexdayê ye hat kirin.

Hat gotin,

ew muşek ji taxa Cîhadî ya li nêzî balefirgehê hatine avêtin.

Muşek ji aliyê sîstema parastina asîmanî ya baregehê ve hatine bêbandorkirin.

3 Çile ku di heman demê de salvegera kuştina Fermandarê Supayê Pasdaran a Îranê Qasim Silêmanî bû, bi du dironên bombebarkirî êrişê heman baregehê hatibû kirin:

Ev dron ji aliyê sîstema parastinê ve hatibûn xistin.

Fermandariya Îranê soza rakirina tola Suleymanî da

Di merasîma bîranîna Suleymanî ya li paytexta Îran Tahranê hate lidarxistin de, careke din peyamên gefxwarinê hatin dayîn.

Fermandarê Hêzên Qudsê ya Sipayî Pasdarên Îranê Îsmaîl Xanî di merasîmê de axîvî û got:

“Te difikirî ku te kuştiye û her tişt qediya?

Civaka îslamî wê tola ji we hilîne.

Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump ku fermana operasyonê dabû, gotibû:

Suleymanî “terorîstê herî mezin ê cîhanê ye” û “diviyabû demeke dirêj berê bihata îmhakirin”.

Raportorê NY ê yê kuştinên bê daraz diyar kir ku kuştina Suleymanî li gorî NY”neqanûnî” bû.

3 Çileya 2020’an de li balefirgeha paytexta Iraq Bexdayê êrişek bi balefiran pêk hat.

Di encamê de, Qasim Suleymanî û fermandarê Heşda Şebî Ebu Mehdî Mihendisî hatin kuştin.

Ji wê rojê ve, Îran di her fersendê de, sozên tolhildana dide.

Back to top button