Koalîsyona Erebî: Ger Husî keştiya ku girtine bernede wê perav bibin armanca me

Keştiya Îmaratê ya ketî destê Husiyên Yemenê li welat peyamên gefxwarinê dijwartir kir. Koalîsyona Erebî têkildarî keştiya ku Hûsiyan li peravên Hudeydayê girtî bertek nîşan da. Koalîsyonê got, ger keştî neyê berdan ewê peravên wan bikin armanc. Di vê navberê de, NY jî ragihand ku ji ber piştevaniya kêm a fînansmanan, wan alîkariya xwe ya ji bo rêxistinên li Yemenê rawestandiye.

Li Yemenê şerê navbera koalîsyona Erebî û Husiyan de, derbasî qonaxekî nû bû.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî 3 Çileyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû ku wan keştiyeke barhilgir a leşkerî ya girêdayî Koalîsyona Ereb a ku piştgiriya hêzên hikûmetê dike desteser kiriye.

Serî wêneyên ku cebilxaneyên leşkerî di keştiyê de hene parve kir.

Koalîsyona Erebî jî Hûsî yên ku Îran piştgirîya wan dike, bi desteserkirina keştiyeke barhilgir ku kelûpelên pizîşkî vediguhast li peravên bendera Hudeyda li rojavayê Yemenê tawanbar kir.

Ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPA daxuyaniya Berdevkê Koalîsyona Erebî Turkî El Malikî ya li ser mijarê weşand.

Turkî El Malikî diyar kir ku desteserkirina keştiya barhilgir a Revabî ya (bi ala Îmarat) di nav avên navneteweyî de ji Bendera Hudeydê hat birêvebirin.

Malikî bal kişande ser wê yekê ku gemiya navborî alavên nexweşxaneya meydanî ya Erebistana Siûdî li girava Sokotra hilgirtibû.

Berdevkê Koalîsyona Erebî anî ziman ku desteserkirina wê keştiyê binpêkirina yasayên deryayî yên navdewletî ye.

Malikî careke din bang li Hûsiyan kir ku keştiya navborî berdin û diyar kir ku wekî din benderên bi “çalakiyên korsaniyê” dê bibin hedefên leşkerî yên rewa.

NY ji ber fînansê alîkariya mirovî ya li Yemenê rawestand

Ofîsa Koordînasyona Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî li Yemenê (OCHA) di daxuyaniyeke li ser hesabê medya civakî de got:

“Kêbûna diravê ajansên alîkariyê, wan neçar dike ku piştevaniya xwe ya ji bo saziyên alîkariyê yên li Yemenê kêm bikin yan rawestînin.”

Yemena ku ev demeke dirêj e bêîstîqrara siyasî lê serdest bû, ev nêzî 7 sal in di navbera Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike û hêzên girêdayî hikûmetê de şer didome.

Li gorî raporên NY, li welatê ku yek ji mezintirîn qeyranên mirovî û aborî yên cîhanê lê heye, ji 30 milyon mirovî pêwistiya 24 milyonî bi alîkariya mirovî heye.

Back to top button