PJAK: Divê buyer bi her awayî bê lêpîrsîn û ronîkirin

Beriya hefteyekê li Hewlêrê cenazeyê çalakvanekî Rojhilatê Kurdistanê Ehmed Bêxem ku bi eşkenceyê hatibû kuştin, hate dîtin. Li ser vê bûyerê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK daxuyaniyek da û banga ronîkirina bûyerê ji rayedarê hikûmeta başûr kir.

Di 31’ê Kanûna derbasûyî de cenazeyê çalakvanê Rojhilatî Ehmed Bêxem li Hewlêrê hate dîtin.

Li gorî çavkaniyekî ji malbata wî li ser bedena wî şopên êşkence hebûn.

Der barê vê mijarê de jî hikûmeta Herêmê ti daxuyanî nedaye..

Têkildarî mijarê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK daxuyaniyek da.

PAJK’ê got:

“Aktivîstê Rojhilatê Kurdistanê Ehmed Bêxem ê bi nasnav Heval Kejwan bi guman li Başûrê Kurdistanê hatiye kuştin.

Ev kuştin ispata wê ye ku Herêma Kurdistanê bûye goristana aktivîstên Rojhilatê Kurdistanê. Çi çalakvanek ne di berjewendiya rayedarên Hewlêrê de be, tê bêdeng kirin.

Heval Kejwan xelkê Serdeşt bû, xemxwarê welatê xwe bû. Bi dildarî tevlî berxwedana Kobanê bibû.”

Di dawiya dê PAJK’ê sersaxî ji malbata wî re xwest û banga ronîkirina bûyerê ji rayedarên hikûmeta başûr kir.

Back to top button