
Zextên li dijî Rojnamegeran ên li Tirkîyê roj bi roj zêde dibe. Duh şev, Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamya yê Ferhat Çelîk hat binçavkirin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle-Firat û Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkîyê jî binçavkirina Ferhat Çelîk şermezar kirin û gotin: ”Ev yek nayê qebûl kirin.”
Li Tirkîyê zextên li dijî rojnameger û ragihandina mûxalîf roj bi roj zêde dibe.
Bi dehan rojnameger di zindanan de ne.
Herî dawî jî Midûrê Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamya yê Ferhat Çelîk duh şev, li mala xwe ya navçeya Şîşlî a Stenbolê hat binçavkirin.
Li gorî agahîyan polîs çûne mala Ferhat û jê re gotine ku Dozgerîya Komarê ya Dîlokê derbarê nûçeyên ajansê yên li ser Youtube lêpirsîn daye despêkirin û ji bo vê divê îfadeyê bide.
Piştî ku hat berdan careke din hate binçavkirin
Ferhat Çelîk, ji bo ku îfadeyê bide şandin edlîyeyê.
Piştî îfadeya Çelîk hat girtin serbest hat berdan û careke din hat binçavkirin û birin midûrîyeta polîsan a Şîşlî ya navçeya Stenbolê.
Hinceta wan jî ew bû ku derbarê Çelîk de lêpirsineke din hatiye destpêkirin.
Rêxistinên ragihandinê binçavkirina Ferhat Çelîk şermezar kirin
Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle-Firat ê Serdar Altan û Serokê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyê Gokhan Dûrmûş binçavkirina Ferhat Çelîk şermezarkirin.
Serdar Altan dîyar kir, ji ber ku rapora xwe ya xwe a zextên li ser rojnamegeran parvekirine Çelîk hatîye binçavkirin û wiha got:
”Rojnamegeran sala 2021’an bi zextan derbaskirin. Nasnameya rojnamegeran dîyar e û bi hêsanî dikarin gazî wan bikin û îfadeyê werbigrin. Lê em binçavkirinan qebûl nakin û divê bê berdan.”
Serokê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkîyê Gokhan Dûrmûş jî bertek nîşanî binçavkirina Çelîk da û dîyar kir ki binçavkirina rojnamegeran û hiştina wan di bin çavan de ne rast e û wiha got:
”Mirov her dem bi rehetî dikare xwe bigihîne rojnamegeran. Dema gazî wan bê kirin dikarin bersiv bidin îddîayan.
Ez binçavkirina Ferhat şermezar dikim.”