KONGRA GEL Ji bo meşa 8’ê Çile ya li Parîsê banga tevlêbûnê kir

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL bi rasthatina salvegera 9’an a komkujîya Parîsê daxuyanî da. KONGRA GEL berpirsiyarê qetilkirina her 3 jinên pêşêngên Kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dewleta Tirk û hevkarê wê şermezerkir û banga tevlîbûna meşa 8’ê Çile ya li Parîsê kir.

Sê pêşeng, sê têkoşer û sê lêhengên doza Kurd.

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez…

Di 9’ê Çile ya sala 2013’an de, li bajarê Parîsê yê Fransayê ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatin qetilkirin.

Bi rasthatina salvegera 9’an a komkujiyê Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL daxuyaniyek weşand.

KONGRA-GEL her sê jinên şoreşger bi bîr anî û careke din berpirsiyarê qetlîamê dewleta Tirk nalet kir.

KONGRA-GEL diyar kir ji bo ku hesap ji kujeran were pirsîn û edalet pêk were 9 sal in têkoşîneke mezin dimeşînin û got:

“Edaleta li Fransayê li şûna ku rastiyan derxe holê, dixwaze ser dosyeyê bigire

Ji ber dewleta Tirk bi saya piştgirî û çavgirtina NATO’yê ya ku Fransa jî di nav de ye, ev komkujî pêk anî.”

KONGRA-GEL destnîşan kir ku ronîkirina komkujiya Parîsê, eşkerekirina rastiyan û pêkanîna edaletê berpirsyariya dewleta Fransayê ye.

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL diyar kir ku heta ku edalet pêk were, wê dev ji têkoşîna edaletê ya sê jinên şoreşger bernedin û ev bang li gelê Kurd û dostên wan yên li Ewropa kir:

“Tekane bersiva li hemberî komkujî û qirkirinan ev e ku divê rejîma dewleta Tirk were hilweşandin.

“Di vê pêvajoyê de her qada ku gelê me lê heye, tevlêbûna xurt gelekî girîng e.

Di 8’ê Çileyê de ji bo protestokirina dewleta Tirk a ku hevalên me Sara, Rojbîn û Ronahî qetil kiribûn û ji bo ku Fransa edaletê pêk bîne, divê her kes tevlî meşa Parîsê bibin.”

Back to top button