Meclisa Jinan : Divê hemû saziyên jinan xwedî li jinên Efgan derkevin

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê zextên li ser jinên Efgan ên di bin desthilata Talîbanê de, bang li hemû saziyên jinan ên cihanê kir ku xwedî li jinên Efgan derkevin.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî rewşa jinên li Efganistanê yên di bin desthilata Talîbanê de, daxuyaniyên cûda dan..

Daxuyaniyên hevbeş li Qamişlo û Reqayê bi amadebûna nûnerên gelek rêxistin û saziyên jinan ên bakur û rojhilatê Sûriyê hatin xwendin..

Di daxuyaniyan de hat gotin ku jinên Efgan bi xebateke mezin gelek destkeftî û mafên xwe yên rewa bi dest xistin, sedsala 21`an wek serdema jinan tê ziman, lê jiyana jinên Efgan niha di bin gefa Tevgera Talîbanê de di bin xeteriyê de ye…

Meclisa Jinan di dewama daxuyaniya xwe diyar kir ku doza jinan yek e, hemû çarçove û sînoran derbas dike û ev bang kir:

“Erka hemû saziyên jinan ên cihanê ye ku destekê bidin doz û berxwedana jinan a li Efganistanê.”

Back to top button