Dagirkeran êrişî gundên Zirgan û Til Temirê kirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Dagirkeran îro ber bi êvarê careke din êrişî gundên Zirgan û Til Temirê kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Ereb Xan ê başûrê navenda navçeya Zirganê kir.

Hat ragihandin dagirker ji baregehên xwe ên li gundê Dawidiyê û Bab El-Xêr ên rojhilatê herêma Serêkaniyê ya dagikirî van êrişan pêk tînin.

Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Şenan ê Asûrî yê li bakur rojhilatê Til Temirê û gundê Til Kevçî yê rojavayê Til Temirê topbaran kirin..

Di encama topbaranê de xeta ku kehrebê dide Til Temirê zirar dît û kehrebe qut bû.

Back to top button