Li Japonya masiyek bi 144 hezar Dolarî hate firotin

Li Japonya pêşbirka masiyan careke din deng veda. Li Toyosuya ku yek ji mezintirîn bazarên masiyan ê cîhanê ye, careke din masî di mazatê de bûn. Masiya tuna şîn a 211 kîlo, bi 144 hezar û 815 dolarî hate firotin.

Toyosu bazarek herî mezin ya li paytexta Japonya Tokoyê ye.

Vîrûsa Corona banador li sektora masiyên teze yên li welêt kiribû.

Li gorî raporên medyaya neteweyî, di mezadê de îsal cara yekem piştî 6 salan bi kêmî 20 milyon yen (pereyê Japonya) ji bo tonekê bikirek derket.

Tûna li Oma ya dikeve bakurê girava Honshu ku cihê herî diyar yê masîgirane hate girtin.

Bihayê masiyên ku di mezadeke despêka salê de hatî diyarkirin, serê her kîloyekê 690 dolar e.

Di mezadê de bi dehan bikir kom bûn.

Mezada salane ya kevneşopî li Tokyo di destpêka sala karsaziya nû de pêk tê.

Ev mazad di heman demê de wekî amûrek reklam û kirînê tê dîtin.

Masiya tûna şîn li seranserê cîhanê herî zêde li Japonya tê xwarin.

Her wiha nêçîra zêde bûye sedema kêmbûna vê cureyî masiyê.

Back to top button