Desteya Perwerde: Dê ezmûna dawî ya qonaxên navîn û amadeyî bên rakirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ragihand ku ew ê ezmûnên dawî yên qonaxên navîn û amadeyî rakin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ji bo qonaxên navîn û amadeyî biryarên nû derxistin

Desteyê diyar kir ku wê ezmûnên derçûnê yên qonaxên navîn û amadeyî rakin.

Wê ezmûnên refên 9’an mîna yên heft û heşt dê bên çêkirin.

Navîna hejmarî ya pileyên her sê refan jî dê bibe pileya derçûnê ji qonaxa navîn re.

Her wiha ji bo qonaxa amadeyî jî desteyê ragihand ku wê ezmûna refa dozdehan mîna yên 10 û 11 bên çêkirin.

Û navîna hejmarî ya pileyên her sê refan, 10, 11, û 12 dê bibe pileya derçûnê ji qonaxa amadeyî re.

Back to top button