Dagirkeran tîma sererastkirina xeta kehrebê kir armanc

Doh ji ber êrişên dewleta Tirk ziyan gihaştibû xeta kehrebê ya li Til Temirê.
Beriya du saetan tîma sererastkirinê çû deverê da ku xetê sererast bike lê bû armanca êrişên Tirkiyê. 

Artêşa dewleta Tirk a qirker îro li gundê Um El-Kêf tîma sererastkirina xeta kehrebê kir armanc..

Teevî ku du dewriyeyên Rûsiyan jî bi tîmê re hebûn, lê dîsa jî artêşê êrişî wan kir.

Doh jî artêşa dewleta Tirk gundê Ereb Xan ê başûr û gundê Xêbş ê rojavayê Til Temirê topbaran kir.

Her çiqasî ev êriş li pêşiya çavê Rûsyaya garantor tên kirin jî lê çavê xwe ji êrişan girtiye.

Back to top button