Li Sêmalka..çalakî di meha 4’an de ye û heta niha cenaze nedane!

Çalakiya malbatên şehîdan a li Sêmalka îro dikeve roja 94’an.
Malbat bi vê çalakiyê tenê daxwaza cenazeyên zarokên xwe yên şehîd dikin.

Çalakiya li Sêmalka 3 meh li pey xwe hiştin û niha di meha 4’an de ye.

Tevî evqas dema dirêj jî, qet ji aliyê Başûrê Kurdistanê têkildarî van şehîdan deng derneketiye.

Weke ku ev malbat ne li wir bin û ev çalakî ne lidar be, tevdigerin.

Ev yek jî biryar û israra wan malbatan a domandina çalakiyê zêdetir dike.

Malbat piştrast dikin ew ji armanc û daxwaza xwe ya ji vê çalakiyê venagerin.

Û bi biryar in zarokên xwe yên şehîd werbigirin.

Li şûna ku ji roja destpêkê ya şehîdxistina zarokên van malbatan, cenaze hatiban radestkirin, meh derbas bûn û hîna nedane.

Ne tenê ev, li ser van şehîdan ti agahî û bersivê jî nadin malbatên wan.

Tevî bedengiya wan, deriyê ku ev çalakî jî li wir e girt.

Back to top button