Di êrişa muşekî ya Husiyan de, 12 leşkerên Yemen hatin kuştin

Niha li Yemenê başûrê welat bûye navenda şer. Herêma Sebwe ya di bin kontrola artêşa Yemenê de ye, bû armanca hêzên Husî. Di êrişa bi muşekên balistîk pêk hat de, 12 leşkerên Yemenê hatin kuştin. Artêşa Yemenê jî ragihand ku wan 2 herêmên din jî kontirol kirine.

Şebwa ku xwedî cihekî stratejîk û çavkaniyên petrolê ye, li başûrê Yemenê ye.

Li rojavayê Şebwe El-Beyda û Ebyen, li rojhilat Hedremaut a xwedî girîngiyeke aborî û stratejîk e cih digirin.

Parêzgeha Şebwe ji 17 bajaran pêk tê ku navenda wan Atak e.

Şebve bi rûbera nêzîkî 45 hezar kîlometre çargoşe, parêzgeha sêyemîn a herî mezin li welate.

Şebwa ku bûye şahidê şerê leşkerî û siyasî 2017’an ji aliyê artêşa Yemenê ve ji kontrola Husiyan hate derxistin.

Niha careke din li herêmê şer gur bûye.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Tirkî de hatiye weşandin, komeke fermandarên artêşê di dema kombûna li malekê de êriş pêk hatiye.

Di êrişa bi muşekan pêk hatî de, 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji fermandaran ti birîndar û mirî çênebûn.

Heta niha derbarê bûyerê de ji hikumeta Yemenê û Hûsiyan ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Di daxuyaniya artêşa Yemenê ya li ser navçeya Nukubê jî hate gotin,

Piştî kontrolkirina herêma Nukubê, hêzên wan herêma Asîlan û Bayhan jî xistine bin kontrolê.

Li Yemenê ku ev demeke dirêj e bêîstîqrara siyasî lê serdest e, di navbera Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike û hêzên girêdayî hikûmetê de şer diqewime.

Li gorî raporên NY, li welatê ku yek ji mezintirîn qeyranên mirovî û aborî yên cîhanê lê heyî, ji 30 milyonî pêwistiya 24’an bi alîkariya mirovî heye.

Back to top button