QSD: BILA RÊJÎM LI HEVKARIYEK NIŞTIMANÎ RASTEQÎN LI DIJÎ TERORÊ BIGIRE

QSD’ê bersiv derbarê daxuyaniya rêjîma Sûriyê de û got:
Li şûna ku hikûmeta Sûriyê helwesta dijber li hemberî me nîşan bide, bila di destpêkê de li hevkariyeke niştimanî rasteqîn li dijî terorê bigre.

Daxuyaniya Hêzên QSD li ser zimanê Berdevkê QSD’ê Kîno Gabriyêl hat dayîn.

Berdevkê QSD’ê balkişand li ser xeteriya şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li herêmê û got:

Hikûma Sûriyê li şûna helwesteke dijber li hemberî me nîşan bide û destekê bi terorê re bidomîne, bila li hevkariyeke niştimanî rasteqîn bi me re û Hêzên Koalîsyona Navdewletî re li dijî terorê bigere. Lê em dibînin ku hikûmeta Sûriyê bihaneyên qanûnî derdixîne da ku nixumandineke qanûnî ji bo parastina terorîstan peyda bike û ked û hêzên me ya di serkeftina li dijî DAIŞ’ê de paşguh dike.

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabriyêl ji rejîmê sûriyê xwest ku bi objektîf ji bingehê berjewendiya niştimanî ya Sûriyê nêzî vê mijarê bibe.

Leave a Reply

Back to top button