Şehîd Birûsk Botan li goristana Hesekê hat oxirkirin

Şervanê YPG’ê Şehîd Birûsk Botan ku di encama qezayekê de şehîd bû, li goristana Şehîd Dijwar ya li Hesekê îro bi merasîmekê hate oxirkirin.

Navenda Ragihandin û çapemenîya YPG’ê, bi daxuyaniyekê eşkere kir ku şervanê wan Fuad Azrak bi nasnav Birûsk Botan 2’ê vê mehê di encama qezayekê de li Hesekê şehîd buye.

‘YPG’ê da zanîn şervanê wan Birûsk di demeke ku tekoşîna azadîyê li Rojavayê Kurdistanê bi pêş diket, tevlî refên wan bû.

YPG di şexsê şehîd Birûsk de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr anî û sersaxî ji malbata wî û ji gel re xwest.

Li aliyê din cenazeyê Şehîd Birûsk Botan li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawiyê ya Hesekê hate oxirkirin.

Bi sedan tevlî merasima oxirkinê bûn.

Di merasimê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Xelîl Ebdullah axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta gihaştina jiyaneke azad û bi rûmet da.

Di dawiyê de, wesîqeya şehadetê hate xwend û şehîd bi dirûşm û tilîliyan hate oxirkirin.

Back to top button