
Salek li ser avabûna ajansa Nuçeyeyan ya NÛJINHA re derbas bû. NÛJINHA’yê di nava vê salê de xebat meşand û hewl da xwe bighîne hemû jinên Cîhanê û Rojhilata Navîn û bibe dengê wan.
ajansa NUJINHA di 6’ê Kanûna 2021’an de dest bi weşanê kir.
NUJINHA ajansek taybet ya jinê ye di aliyê Siyasî, civakî, aborî, çand û aliyên cûda û bi zimanê Kurdî, (Soranî, Kurmancî), Farisî, Erebî, Tirkî û Ingilizî ji çar parçeyê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa weşanê dike.
Aramanc ewe ku zimanê mêran yê medyaya fermî bişkênin û nuçeyên jinan bi pênusa jinan werin weşandin.
Rojnemevan û çalakvanan salvegera NUJINHA pîroz kirin
Îro salvegera yekemîn ajansa Nuçeyeyan ya NUJINHA ye.
NUJINHA di nava salekê de bi fikra jinê cihê xwe di nava civak, çalakvan û Rojnamevanan de bu deng û rengê jinê.
Di nava salakê de NUJINHA li Başûrê Kurdistanê xwe gihandiye gelek jinan û karîn bibe dengê jinên cûda.
Rêvebera rêxistina Dabîn Dilsoz Zengene got:
NUJINHA lênêrîna jinan radixe berçavan û hewil didin jin piştgiriya hevdû bikin û bikarin pirsgirêkên xwe çreser bikin.
Rojanemvan Semîre Sediye jî dibêje:
Di nava salekê de NUJINHAkariye bibe dengê Bakûr, Rojhilat, Rojava û Başûrê Kurdistanê û di cîhanê de bûye dengê jinên azadîxwaz û ew jinên ji bo azadiyê têkoşînê dikin.
Nivîskara Rojnameya Jiyan Sûzan Rustem jî diyar kirin ku NUJINHA tenê xizmeta aliyekê nake û jin di hemû aliya de serketine û got:
Ragihandin rengdana peyama jinê ye, ji bo wê giringe ku ragihandina teybet ya jinê hebe û bibe rêyek ya tendirustiyê û hewla başkirina rewşa jinê .