
Li girtîgehên dewleta Tirk kirinên ne mirovî yên li dijî girtiyên nexweş dewam dikin. Dewleta Tirk ne girtiyên nexweş derman dike û ne jî berdide. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî diyar kir ku girtîgehên Tirkiyê, bûne weke pençeşêrê.
Parlementerê HDP’ê Farûk Gergerlîoglû jî xwest Aysel Tûglûk ku rewşa wê girane, bê berdan.
Ji ber kirinên dewleta Tirk ên ne mirovî, rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xirab dibe.
Girtiyên li Girtîgeha Bafraya Samsûnê tên ragirtin, ji ber ku lêgerîna nava dev qebûl nekirin, ew neşandin nexweşxaneyê û lêpirsîn derbarê wan de destpê kirin.
Narîn ê girtî tevî ku krîza dil derbas kiriye ji çavdêriya awarte derxistin
Li aliyê din Hevşaredarê Sûrê yê berê Seyîd Narîn ê li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê tê ragirtin, ku krîza dil derbas kir, ji 4’ê Çile ve li çavdêriya awarte ya Nexweşxaneyê tê ragirtin.
Li gorî ku malbata wî ragihandiye:
“Narîn îro ji çavdêriya awarte derxistine û birine odeya normal.”
Hevjîna Seyîd Narîn, Besîle Narîn jî got:
“Ragirtina girtiyên nexweş a li girtîgehan neheqî ye.”
Li girtîgeha Siwêregê Kalorîfer (Sovac) nayên pêxistin
Parêzer Serdar Tum ê bi muwekîlê xwe yê li Girtîgeha Siwregê re hevdîtin kir, diyar kir ku girtiyan binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji wan re ragihandiye.
Tum, dazanîn ku muwekîlê wî gotiye gelek caran kalorifer (Şofac) nayên pêxistin, pirtûk dibin mijara lêpirsînê û her wiha dema axaftina telefonê ya bi malbatê re jî daxistine 10 deqeyan.
“Divê Aysel Tugluk demlidest wer berdan”
Yek ji girtiyên ku rewşa wê ne baş, siyasetmedar Aysel Tugluk e.
Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu bi armanca balê bikişîne ser rewşa Aysel Tugluk û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, li ber Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê daxuyanî da.
Gergerlîoglu banga berdana siyasetmedar Aysel Tugluk kir û got:
“Gelo bila cenazeyê Aysel Tugluk ji vir derkeve?
Divê demlidest were berdan.
Bila Wezareta Dadê were edaletê.”
Ebru Gunay: Girtîgehên Tirkiyê bûne weke pençeşêrê
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî der barê geşedanên hefteyî de li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist.
Ebrû bal kişand ser rewş li girtîgehan û got:
“Li Tirkiyê girtîgeh bûne weke pençeşêrê. Dayik dixwazin ku girtiyên nexweş bêne berdan û girtîgeh nebin goristan.