Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya sala 2021’an a sûc û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, di sala 2021’an de 58 gund û 3 navçe hatin bombebarankirin, 89 sivîl şehîd bûn 134 sivîl birîndar bûn. QSD’ê bang li civaka navneteweyî û bi taybetî dewletên garantor kir ku êriş û sûcên Tirkiyê rawestînin û ji herêmê derxînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya sala 2021’an a sûc û êrişên dewletaTirk a dagirker ên li ser herêm eşkere kir.
QSD’ê diyar kir ku ji destpêka aloziya li Sûriyê, êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê û bi taybetî li ser herêmên Bakur û rojhialtê Sûriyê, ranewastiyane.
QSD’ê got, bêdengî û berjewendiyên hêzên navneteweyî jî rê li van êrişan re vekir.
Di daxuyaniyê de bêdendiya hêzên navneteweyî a li dijî hovîtiyên li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê ku tên kirin şermezar kir.
QSD’ê di daxuyaniyê de wiha got,
“2021’an sala zêdebûna sûcên dagikeriya Tirk a li dijî gelê me ên li herêmên dagirkirî û herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê bû.
Ev sûcên li dijî herêmê pêk anîne sûcên dijî mirovahî ne.
Ger lêpirsîneke navneteweyî a bêalî were destpêkirin, dê alîkar be ku Tikiyê nikaribe delîlan veşêre, ji ber hemû sêcên xwe eşkere pêk anîne.”
Li gorî daxuyaniya QSD’ê, bîlançoya sala 2021’an a êrişên dagikeriya Tirk li herêmên dagikirî û li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:
QSD’ê: 7 hezar top û hawan hatin avêtin, 58 gund û 3 navçe hatin topbarankirin
47 Êrişên bejahî û hewldanên pêşketinê.
1300 êriş bi çekên giran û 7 hezar top û hawan hatin avêtin.
89 êriş bi balafirên bêmirov hatin kirin.
58 gund, navçeyên Eyn Îsa, Zirgan û Til Rifat hatin bombebarankirin.
52 operasyonên segvanî hatin kirin.
QSD’ê: 89 sivîl şehîd bûn 134 sivîl birîndar bûn
89 sivîl şehîd bûn.
134 sivîl birîndar bûn.
700 sivîl ji herêmên dagirkirî hatin revandin.
22 cihên dîrokî hatin dizîn û wêrankirin.
Goristanên şehîdan û sivîlan li Efrîn, Til Temir, Serêkaniyê û Girê Spî hatin topbarankirin û wêrankirin.
Mizgefa navçeya Zirganê hate bombebarankirin.
8 dibistan hatin topbarankirin û wêrankirin.
19 navendên kehrebeyê hatin topbarankirin.
QSD’ê bang li hêzên navneteweyî û garantor kir ku sûcên dagirkeran rawestînin
QSDÊ’ diyar kir ku di çarçoveya parastina rewa de hêzên wan bersiva êrişên Tirkiyê dan û dehan hewldanên dagirkirin û pêşketinê yên terorîstan têk birin.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de teqez kir ew ku ew ê xebatên rizgarkirina herêmên dagirkirî û qewitandina dagirkeran berdewam bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de QSD’ê bang li civaka navneteweyî û bi taybetî dewletên garantor kir ku erkên xwe bi cih bînin, sûcên Tirkiyê rawestînin û zextê lê bikin da ku ji herêmên dagirkirî derkeve.