BERXWEDANA LEYLA GUVEN 189 ROJ IN LI DAR E

Her ku diçe li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, berxwedan mezintir dibe. Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê 189 roj in dewam e.
Tevî berxwedana Guven, çalakgerên her du komên ku dest bi rojiya mirinê jî kirine, bi biryar li ber xwe didin. Çalakger dibêjin: “Em ji bo aramiya hemû dayikan û civakê li ber xwe didin. Berxwedan Jiyan e.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir.

Îro 189 roj in Leyla Guven di grevê de li ber xwe dide.

Çalakiya koma despêkê ya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ku 16’ê Kanûna 2018’an dest pê kiribû, di roja 151’emîn de didome.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin .

Çalakiya wan jî di roja 76’an de ye.

LI DIJÎ TECRÎDÊ BERXWEDAN
LI GIRTÎGEHA XARPÊTÊ YA DÎLOKÊ ŞEKIR Û AVA FÊKIYAN NADIN ÇALAKGERAN

Remziye Karadag ku li Girtîgeha Xarpêtê ya Dîlokê 76 roj in di greva birçîbûnê de ye, ragihand ku şekir û ava fêkiyan nadin girtiyên di greva birçîbûnê de .

LI DIJÎ TECRÎDÊ BERXWEDAN
ROJIYA MIRINÊ YA 30 GIRTIYAN DIDOME

Tevî çalakiyên grevê, Rojiya mirinê ya 30 girtiyên li girtîgehên cuda dest pê kirin jî, dewam dike.

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 16’an de li dare.

Her wiha Rojiya mirinê ya koma 2’yemîn a 15 girtiyên di 10’ê Gulanê de dest pê kir jî, di roja 6’emîn de ye.

LI DIJÎ TECRÎDÊ BERXWEDAN
ÇALAKGERÊ ROJIYA MIRINÊ CEYHAN: BERXWEDAN JIYAN E

Li Girtîgeha Wanê, Ozhan Ceyhan ji 30’yê Nîsanê ve li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di rojiya mirinê de ye.

Ozhan Ceyhan got:

“Dema cara dawî hatim girtin û min li wesayîta zirxî siwar kiribûn, bavê min gazî min kiribû û gotibû ‘Ozhan, kurê min berxwedan jiyan e.’

Bila bavê min dilrihet be.

Em ji bo aramiya hemû dayikan û civakê li ber xwe didin.”

Her wiha Çalakiya Parlementerên (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

Her wiha Çalakger Sedat Akin 129,

Gurbet Ektîren 120,

Mahsun Şen 131,

Mûrat Aksin 62,

Semra Alkan 129,

Hiznî Kilinç 75,

Û Îhsan Sinmiş 78 roj in piştî ku ji girtigehê hatin berdan jî çalakiya xwe li malê didomînin.

Leave a Reply

Back to top button