Civîna salane ya meclisa rêveber a bajarê Minbicê hat li darxistin

Meclisa Rêveber a bajarê Minbic û Gundewarên wê civîna xwe ya salane li dar xist û tê de rewşa siyasî nirxand, her wiha rapora salane ya hemû sazî û komîteyên xwe xwendin. 

Di civînê de şêwirmendê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Şiyar Mihemed rewşa siyasî nirxand û got: Dewleta Tirk hewl dide fitneyan di navbera hemû pêkhateyan de derxe.

Piştre hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Xêr Şêxo da zanîn ku ger ne ji berdêlên şehîdan bûya, dê îro ne li vê derê bûna û ev sazî li bajêr nehatana avakirin.

Paşê nivîsgeh, komîte û xetên girêdayî Meclisa Rêveber a Minbicê rapora rewşa rêxistinî ya her komîteyekê xwendin û pêşniyarên têkildarî mekanîzmeya kar û xebata sala nû, pêşkêş kirin.

Civîn du rojan dewam kir û di encamnameyê hate gotin ku dê projeyên bi armanca garantiya debarê werin vekirin, dê li Minbicê girîngiyê bidin qadên çandiniyê û kehrebê, gerînendetiya zimhêrê were aktîfkirin, hevkariya di navbera komîte, sazî, Meclisa Rêveber û Rêxistinên Civaka Sivîl de were zêdekirin, li Minbic û gundewarên wê li gorî derfetan piştgiriya projeyên jinan were kirin.

Back to top button