Zanyarên olî yên Hesekê: Dewleta Tirk nûnertiya terorê dike

Zanyarên olî yên li bajarê Hesekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û armanckrina perestgehan weke sûcekî dijmirovahî bi nav kir. 

Serokê Meclisa Olê ya Hesekê Şêx Mihemed Reşîd derbarê êrişên dewleta Tirk de got:

Artêşa Tirk zarok kuştin, şênî ji mal û gundên wan koçber kirin.

Û niha jî mizgeft û perestgehan dike armanc.

Dewleta Tirk nûneratiya terorê dike.”

Şêx Reşîd piştrast kir ku komên çete bi cilê îslamê gel dixapînin, lê ew ji ola Îslamê dûr in.

Serokê Karûbarên Mizgeftên kantona Hesekê, Şêx Nasir El-Dîn El-Cinêd jî anî ziman ku armancgirtina perestgehan, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

Şêx Nasir diyar kir ku armanca bombebarankirina mizgeftan ew e belavkirina ola Îslamê ya rast di nav misilmanan de sînordar bikin.

Back to top button