Mele Abdulfetah Mecîd: Girtina deriiyên sînorî karekî nemirovî ye

Li dijî girtina deriyê Sêmalka ne tenê ji Rojavayê Kurdistanê, ji Başûrê Kurdistanê jî bertek derdikevin. Mela Abdulfeteh Mecîd banga vekirina deriyên sînor kir. 

Mela Mecîd ku li mizgefa bajaroka Axceler melatiyê dike, têkildarî girtina deriyên sînorî ji Rojnews’ê re axivî.

Mela Mecîd girtina deriyên Sêmalka û El-Welîd û danîna ambargoyê li ser Rojava weke kareke nemirovî pênase kir û got:

“Mafê Kurdên Rojavayê Kurdistanê ser me heye, divê sînor ji bo welatiyên Rojava were vekirin. Eger Erdogan carekê tawanber be, hikûmeta Başûr bi birçîkirina birayên me yên li Rojava du qat sûcdar e.

Dawiyê de Mela Abdulfeteh Mecîd bang li kesên xwedî wijdan kir ku li hember girtina deriyên sînor bêdeng nemînin.

Back to top button