
Di rojên pêş de, wê li ser asta navneteweyî, Foruma olan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, konferansekê li dar bixe. Têkildarî vê konferansê, Endamê komîteya Forumê Mazin Mihemed dibêje:” Armanca sereke avakirina hîmeke girseyî, civakî û olî ye.”
Rojên bê, wê Foruma Olan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferanseke navneteweyî li dar bixe.
Tê de, aliyên navnetewyî jî di nav de, wê gelek oldar beşdar bibin.
Li ser vê konfransê û armancên wê, Endamê komîteya Forumê Mazin Mihemed nirxandin kir.
Şêx Mazin: Armanca sereke avakirina hîmekî civakî û olî ye
Şêx Mazin Mihemed îşaret bi girîngiya lidarxistina mîna van konferansan kir û got:
“Gelek sedem hene ku divê ev konferans li dar kevin.
Armanca sereke avakirina hîmeke girseyî, civakî û olî ye.
Yek ji sedeman jî, derketina komên tundraw, bikaranîna polîtîzekirina ol û baweriyên heyî ji aliyên siyasî ve, nakokiya berdewam di navbera ol û baweriyan de,”