PKK: Gelê Kurd wê bersiva herî xurt bide Komkujiya Parîsê

Komîteya Rêveber a PKK’ê jî bi boneya salvegera 9’emîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da.
PKK hersê jinên têkoşer bi bîr anîn û diyar kir dewleta Tirk ev komkujî pêk anî. PKK’ê piştrast kir wê gelê Kurd bi azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiyê bersiva herî xurt bide vê komkujiyê. 

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi boneya salvegera 9’emîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û şehîdên komkujiyê bîr anîn.

PKK’ê anî ziman ku komkujî ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hate kirin û hikûmeta wê fermana vê komkujiyê da.

PKK’ê got:

”Ji ber ku hevrê Sara yek ji damezrînerên PKK’ê û tevgera azadiyê ya jinê bû, ew kirin armanc.

Kuştina hersê şoreşgerên jin ên mezin, asta dijminatiya dewleta Tirk a li hember Kurdan diyar dike.”

PKK’ê diyar kir ku Fransayê ji bo berjewendiyên xwe edaletê pêk nayne û ev tişt anî ziman:

”Hersê jin li navenda Parîsê hatin kuştin.

Tevî vê jî sîstema edaletê ya Fransayê dewleta Tirk dernexist pêşberî dadgeriyê.

Ji bo xatirê berjewendiyên aborî û siyasî edalet danî aliyekî.

Dewletek eger edaletê deyne aliyekî ew dewlet ji aliyê nirxên moralê ve lawaz bûye.

Heta ku Fransa berpirsyaran dadgeh neke, wê timî weke dewleteke ku edaleta wê lawaz e were dîtin.”

PKK: Wê gelê Kurd dev ji berpisên komkujiyê neqere

Komîteya Rêveber a PKK’ê piştrast kir ku wê gelê Kurd dev ji berpirsên vê komkujiyê, neqere û wiha daxuyaniya xwe bi dawî kir:

“Gelê Kurd wê bi azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiyeyê bersiva herî xurt bide vê komkujiyê.

Bêguman darizandina kujeran wê ji bo gel û jinên Kurd bibe erkekî herî sereke.

Em soza didin em ê bi mezinkirina têkosînê xwedî li hesreta hevalên xwe yên şehîd derkevin.”

Back to top button