2 ŞERVANÊN QSD’Ê LI HESEKÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HATIN OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê du şervanên QSD’ê bi merasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin. Di merasîmê de nasnameya şervanekî QSD’ê ku di Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû hate eşkerekirin.

Şervanên QSD’ê Qasim Xelef El-Miflêh bi nasnav Cerah û Beşar Ewad bi nasnav Dilgeş li Dêrazorê şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê piştî wergirtina cenazeyên şehîdan bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiye ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Buroya Têkiliyên Giştî ya YPG`ê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û rola şehîdan di pêkanîna destkeftiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de silav kirin.

Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şervanê QSD’ê Hemûd El-Miflêh bi nasnav Sehrawî yê ku li Dêrazorê di Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû eşkerekir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên her du şehîdan di nava slogan û tilîliyên dayikan de hatin veşartin.

Leave a Reply

Back to top button