Amerîka di mijara Kazexîstanê de Rûsya hişyar kir

DYA di wextekê ku hêzên leşkerî yên bi pêşengtiya Rûsya gihiştin Kazexîstanê, ew hişyar kir û got: Pêwiste mafê mirovan neyê binpêkirin.  Her wiha NY, Îngilîstan û Fransa jî bang li hemû aliyan kirin ku aloziyê kêm bikin.

Li Kazexistanê ku xwepêşandan berfireh bûn, hikumeta welat daxwaza piştevaniyê ji Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîv (CSTO) ya bi pêşengiya Rûsyayê kir.

Bi hatina hêzên CSTO re, êdî metirsya asta tundiyê wê zêdetir bibe jî derket.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew ji nêzîk ve çavdêriya şandina leşkerên Rûsyayê dikin.

Berdevkekî wezaretê got,

“Amerîka û bi eşkereyî hemû cîhan wê bişopîne ka binpêkirinên mafên mirovan hene yan na.”

Berdevkê Wezareta Derve ya DYA Ned Price jî helwesta welatê xwe ya li ser bûyerên rûdidin eşkere kir.

Ned Price diyar kir ku Amerîka û hemû cîhan hemû binpêkirinên mafên mirovan li Kazaxistanê ji nêz ve dişopînin.

Price di daxuyaniyekê de ragihand, Amerîka hişyarî daye Rûsyayê ku saziyên li Kazaxistanê neyên kontrolkirin û tekez kir, ku cîhan her binpêkirina mafan ji nêzîk ve dişopîne.

Berdevkê Wezareta Derve ya DYA got,

“Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û bi eşkereyî hemû cîhan wê çavdêriya her binpêkirina mafên mirovan bike.”

Neteweyên Yekbûyî, Îngilîstan û Fransa jî bang li hemû aliyan kirin ku xweragir bin.

Back to top button