WHO: Omicron wê ne varianta dawî be

Rêxistina Tendurisiyê ya Cîhanê careke din banga hişyariyê kir û got: Varianta Omicron wê ne ya dawî be. Vîrûs xwe diguhere û wê bi variantên nû derbikeve pêşberî me. Rêxistinê banga karanîna derzîkirinê careke din dubare kir.

Vîrûsa Corona ya ku ji dawiya 2019’an ve ketiye jiyana me, bandoreke zêde li tevahî cîhanê kiriye.

Sala 2022’an jî di bin siya vîrûsê de despê kir.

Rêvebirê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus di yekemîn konferansa çapameniyê ya salê de bi pisporên tenduristiyê yên cîhanî re li navenda rêxistinê ya li Cenevê civiya.

Tedros Adhanom Ghebreyesus anî ziman ku ji destpêka derketina vîrûsê û heta niha herî zêde hejmara bûyerên Covid-19 hatine tomar kirin. Ghebreyesus diyar kir ku varianta Omicron li gorî Deltayê xwedî bandoreke kêmtire, nemaze di mirovên derzî bikar anîn.

Rêveberê Giştî yê WHO wiha got: “Wekî variantên berê, Omicron mirovan tenduristiya mirovan xeter dike û dikuje. Omicron bandorek tsunamiyê çêdike, pir zû belav dibe û bandorê li pergalên tenduristiyê li çaraliyê cîhanê dike.”

Tedros Adhanom Ghebreyesus destnîşan kir ku nexweşxane ji ber Omicron tejî bûne. Ghebreyesus banga wekheviya belavkirin û gihîştina derziyan li nava welatên cîhanê dubare kir.

WHO banga karanîna derziya li dijî Covid-19 dubare kir

Seroka tîmê têkoşîna WHO ya li dijî Covid-19 Maria Van Kerkhove, destnîşan kir ku hemû derziyên heyî li dijî vê variantê, li ser pirsên di derbarê Omicron de bi bandor in. Maria Van Kerkhove teqez kir ku varianta Omicron bi giştî bi derzîlêdanê dijwartir nebû û careke din bang li her kesî kir ku derzîlêdana xwe bikin.

Kerkhove hişyarî da ku Omicron wê nebe varianta dawî ya Covid-19 û wiha got: “Mixabin, Omicron wê ne guhertoya dawî be. Pêşveçûn dewam dike.”

Varianta Omicron li cihanê bûye sedema ku gelek welat carke din tevdîrên li dijî wê tundtir bikin.

Li Ewropa û Amerîka jimara pêketiyên vîrûsê ji dema despêkê ya derketina wê zêdetir bû.

Rojane rekorên nû yên derbarê pêketiyên vîrûsê de tên tomarkirin.

Back to top button