Huseyîn Ebdullahiyan : Em ji bo têkliyên dîplomatîk ên bi Siûdî re amade ne

Riyad û Tahran kêm jî be dixwaze dawî li aloziya navbera xwe de bînin. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan diyar kir ku hevdîtinên bi Erebîstana Siûdî re bi awayekî erênî pêşde diçin û got, “Em ji bo têkiliyên dîplomatîk ên bi Erebîstana Siûdî re amade ne.”

Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan di hevpeyvîna xwe ya li gel çapemeniya Qeterê de, têkildarî danûstandinên bi Erebîstana Siûdî re dewam dike de agahî dan.

Abdullahiyan diyar kir ku hevdîtinên bi rêveberiya Riyadê re bi awayekî erênî pêşde diçin û wiha got,

“Em ji bo têkiliyên dîplomatîk ên bi Erebîstana Siûdî re amade ne.”

Ebdullahiyan dazanîn ku Nûnerên Îranê yên Teşkîlata Hevkariya Îslamî wê di demeke nêz de vegerin bajarê Cîddeya Erebistana Siûdî û ev tişt anî ziman:

Ev yek gavên girîngin.

Di xala çareserkirina pirsgirêkên li herêmê de, em girîngiyê didin hevkarî û danûstandinên bi Erebistana Siûdî, Tirkiye û Misrê re.

Ebdullahiyan hişyarî da welatên herêmê yên ku biryara asayîkirina bi Îsraîlê re dan û wiha got:

“Em cîranên xwe hişyar dikin ku bi Rejîma Siyonîst re biryara asayîbûnê nedin.

Ev şaştiyeke mezin a stratejîk e.

Berdêla yekem ya ji bo vê şaştiyê wê ew bin.”

Back to top button