Şêniyên Girkê Legê û Dêrikê sersaxî da malbata şehîd Birûsk Botan

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê û Dêrikê, sersaxî ji malbata şervanê YPG’ê Birûsk Botan re xwestin ku di 2’yê Çile li Hesekê şehîd bûbû.

Merasima sersaxiyê li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a li Dêrikê hat lidarxistin

Di merasîma sersaxiyê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Sûad Mistefa axivî û got: “Şehîd li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiyê têkoşiyan û canê xwe feda kirin.”

Endama Kongra Star Zulfa Bîro jî şehîdên Komkujiya Parîsê: Sakîne Cansiz û hevalên wê bi bîr anî û got ji bo gelên herêmê azad bijîn, şehîdan canê xwe feda kirin.

Back to top button