Artêşa Yemenê li Şebwa herêmê nû ji kontrol kirin

Li Yemenê şerê bêtirî 7 salane dewam dike, niha li başûr-rojhilatê welat careke din gur bûye. Navenda şer jî herêma Şebwayê ye. Hêzên Yemenê ragihandin ku bi piştevaniya koalîsyona Erebî wan herêmên nû ji bin kontrola Hûsiyan derxistiye.

Hêzên Tûgaya Giants yên artêşa Yemenê li herêma Şebwa belav bûne.

Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmê, hêzên Yemenê, herêma El Dabbah, El Dima û Atiq kontirol kiriye.

Her wiha sêgoşeya, El Saadî jî hatiye kontrolkirin.

Herêmên navbûrî piştî şerekî dijwar hatin kontrolkirin.

Hêzên Koalîsyona Erebî ya bi pêşengtiya Erebîstana Siûdî jî di êrişê de bi rêya asmanî êrişên dijwar li dijî Hûsiyan pêk anîn.

Niha jî artêşa Yemenê berê xwe daye, beşa Ouselan ya dikeve bakur-rojavayê welat.

Parêzgeha Şebwe ji 17 bajaran pêk tê ku navenda wan Atak e.

Şebwe bi rûbera bêtirî 47 hezar kîlometre çargoşe, parêzgeha sêyemîn a herî mezin li welate.

Şebwa ku bûye şahidê şerê leşkerî û siyasî, 2017’an ji aliyê artêşa Yemenê ve ji kontrola Hûsiyan hate derxistin.

Back to top button