Di 2021’an de 3 çalakvan li Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin

Di sala dawî de li Başûrê Kurdistanê êrişên li dijî çalakvanên ji Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne. Tenê di nava sala derbasbuyî de 3 çalakvan hatin kuştin. Di derbarê mijarê de, çalakvanên ji Rojhilatê Kurdistanê dibêjin hikûmeta Başûr di warê parastina jîyana wan de xemsare û jiyana wan di xeteriyê de ye.

Êrişên kuştinê ên li dijî çalakvanên sîyasî yên ji Rojhialtê Kurdistanê ên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin her diçe zêde dibe.

Piştî ku Sekokwezîrê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Îran ê kir, di 7’ê Tebaxa 2021’an de Endamê Komîteya Navendî ya Hizba Demokrat a Kurdiastanê Mûsa Babaxanî li oteleke Hewlêrê, hate qetilkirin.

Piştî Mûsa Babaxanî, Rêbîn Sinê li Silêmanîyê û di 31 Kanûna 2021’an de jî çalakvan Ehmed Bêxem li Hewlêrê bi êşkenceyê hate qetilkirin.

Têkildarî mijarê aktîvîstên ji Rojhilatê Kurdistanê ji ajansa Rojnews re axivîn û gotin: ”Hikûmeta Başûrê Kurdistanê di warê parastina jîyana me de xemsare û jîyana me di metirsîyê de ye.”

Hesen Xefamî: Penaber ji aliyê Îran û Tirkîyê ve tên hedef girtin

Yek ji wan çalakvanan Hesen Xefamî axivî û got:

”Penaberên ji Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ji alîyê dewleta Tirk û Îranê ve tên hedef girtin.

Niha jîyana me û ya malbatên me di metirsîyê da ye. Parastina me di destê hikûmeta heremê da ye. Lê ji ber ku ew bi erka xwe ranabin, çend çalakvan hatin qetilkirin.”

Hesen Xefamî PDK’ê rexne kir da zanîn ku PDK weke penaberan alîkarîya wan nake, wan digre an radest dike an jî dersînor dike.

Xembar Rojhilatî: Jiyana me di bin xeteriyê de ye

Çalakvanek din yê ji Rojhilatê Kurdistanê Xembar Rojhilatî jî ku niha li başûrê Kurdistnê dimîne diyar kir jîyana wan ne parastîye û di bin xeteriyê de ye.’

Xembar di dawî de wiha got:

”Em bi şevan nikarin li cihê xwe bi aram rakevin. Ji ber ku kes me naparêze. Mafê parastina me di destê hikûmeta heremê de ye.

Em daxwaz ji neteweyên Yekbûyî dikin ku li ser parastina jîyana me baldar bin.”

Back to top button