ROJA ZIMANÊ KURDÎ ZIMAN NASNAMEYA GELAN DIPARÊZE

Ziman ne tenê parçeyekî goşt e, ziman, hebûn û nasnameya gelan e.. Her çendî tu fêrî hemû zimanên Cîhanê bibe, lê di dawiyê de, pirsa ku were kirin, zimanê te çi ye.. Celadet Bediran bi vê hevokê ji gelê Kurd re dibêje hûn nikarin ji zimanê xwe birevin..
Belê, Îro 15’ê Gulanê ye ..15’ê Gulanê jî roja zimanê kurdî .
Îro 87 sal di ser roja zimanê Kurdî re derbas bûn. Ziman di gelek qonaxên zehmet re derbas bûye..Lê ev ziman ma û roj bi roj jî zimanê Kurdî bi pêş dikeve.. Rêber Ocalan dibêje,”Asta pêşketina Ziman asta pêşketina jiyanê ye”..

Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê ye.

Ev hevok 15’ê Gulana 1932’an bi pênûsa Mîr Celdaet Bedirxan li ser Kovara Hawarê hat nivîsandin..

Yekem car bû, bi tîpên latînî yên Zimanê Kurdî kovarek derdikeve..

Bû cejnek..!

Zimanê xwediyê 5 zaraveyan, Kurmancî, Zazakî, Soranî, Lorî û Goranî, yek ji şaxên Hind-Ewropî ne.

Zimanê qedîm ê xwedî 31 tîpan, di gelek qonaxên zehmet re derbas bûye û heta bi roja îro jî maye.

Rêjîmên Dektator hewl dane, vî zimanî ji holê rakin, lê tevî li dibistanan nehatiye xwendin jî, bi riya devoka bav û kalan zimanê Kurdî hatiye parastin.

Tevî aliyên din ên Kurdistanê, li Rojavayê wê jî, Zimanê Kurdî kabûsa Rêjîma Baas bû.

Bilêvkirin jî, sûc bû..!

Lê belê hewldanên ji bo fêrkirina ziman ranewestiyan.

Saziya zimanê Kurdî sala 2007’an yekem kongra xwe li Kobanê li dar xist.

Yê duyem jî piştî wê bi salkê li Helebê pêk anî.

Ji wê çaxê û heta sala 2011’an ango heta destpêkirina şoreşa Sûrî, ziman bi renegekî veşartî dihat dayin.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat û pêre roka zimanê Kurdî rengê xwe veda.

Şoreşa Ziman dest pê kir.

Vê şoreşê dest avêt xewnên bav û kalan û rih berdanê.

Piştî xebatên SZK’ê gavên mezintir hatin avêtin.

Ji refê yekê û heta bi yê asta amadehî biranş bi zimanê Kurdî heye.

Peymangeh Mamsteyan derdtîne.

Zanîngeh jî, êdî vê xebatê tacîdar dike.

Zimanê Kurdî ji qonaxa nebûnê, êdî her sibe, li ser zimanê zarokên Rojavayê Kurdistanê tê bihîstin.

Celadet Bedirxan ji bi Kurdan wiha dibêje.

Kurd-no, eger hûn fêrî zimanê xwe nebin, nebêjin em Kurd in.

Leave a Reply

Back to top button