
Êrişên hêzên Îranê yên li ser kolberan jî dewam dikin. Li herêma Newsûdê ya Rojhiklatê Kurdistanê, di encama gulebarana hêzên rêjîma Îranê herî kêm 3 kolber hatin kuştin û birîndarkirin.
Li gorî agahiyan, li herêma sînorî ya Newsûd a Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê gule li komek kolberan reşandin.
Di encama gulebaranê de herî kêm 3 kolber birîndar bûne û jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin navê du kolberên ku hatin zanîn Fireydûn û Sîrûs e.