
Li Wargeha Penaberan a Mexmûr’ê 2’emîn Kongreya Gel a Wargehê bi tevlîbûna 450 delegeyan tê lidarxistin.
Kongreya Gel a Wargeha Mexmûrê bi diruşmeya ‘Bi ruhê berxwedana Werxelê, têkoşînê bilind bikin, statuya Kurdistanê û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî mîsoger bikin’ hate destpêkirin.
450 delege tevlê kongreyê bûn.
Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan axaftina vekirinê kir.
Hecî Kaçan bal kişand li ser hewledanên dagirkriya Tirk ya têkbirina têkoşîna azadiya gelê Kurd û hevkariya PDK’ê.
Kaçan diyar kir heta paradigmaya Rêber Apo hebe wê gelê Kurd tu car destkeftiyên xwe winda neke
Kaçan da zanîn lihevkirina AKP-MHP û PDK’ê li beramberî gerîla têk çûye, û tevî hemû êriş û dorpêça wan li ser Mexmûrê planên wan bi ser neketin.
Di kongreyê de raporên xebatan hatin xwendin.
Tê payîn kongre 3 rojan dewam bike.