Fîdan Dogan..Rojbîn dilnizma serbilind û berxwedêr

Belê em niha jî berê xwe bidin jiyan û têkoşîna şervana azadiyê, şervana Sarayê Fîdan Dogan- Rojbîn. Rojbîn jî yek ji wan jinên ku rastiya hêzên dagirker ji nêz ve ditî û li dijî wê serî hilda ye.Em bi hev re li dosya derbarê jiyana wê de binêrin.

Wekî ku ji gelê xwe re rojê bîne, navê rojbîn li xwe kir

Rojbin bi dilê xwe yê tije heskirin û rûkeniya xwe,mirov aram dikir.

Di bin wan guliyên xelek te,bi wan awirên germ,bi dilnizmî û asibûna xwe dil û hinavên mirov germ dikir.

Lê bi qasî wê serbilind û berxwedêr bû.

Fidan Dogan ango Rojbîn.

Di 17 çile ya 1982’an de, li gundê xançiplak ê navçeya mereş Elbistanê ji dayîk bûye.

Ji bo wê jiyana koçberiyê di temenek biçûk de destpêkir.

Li Firansayê weke zaroka malbateke karker mezin bû.

Dibistana navîn û amadeyî li bajarê Strasborgê xwend.

1999’an tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê bû.

Rojbîna jêhatî di xebatên ciwan, jin û diplomasiyê de kar meşand.

Yek ji wan qasidê aşitiyê bû ku li Ewropayê ji bo gelê xwe û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di qada diplomasiyê de,xebatên giran bûha dikir.

Ji bo ku tevgera azadiyê ya gelê Kurd û rastiya gelê xwe ji nêz ve nasbike û bibine, berê xwe dan çiyayên azad ên Kurdistanê.

Li Ewropa jî di nava Kongreya Netewî ya Kurdistanê de bi awayek çalak cih digre.

Li dijî komploya navnetewî li bajarê Strasborgê ji bo azadiya Rêber Abdulan Ocalan çalakiya greva birçîbûnê pêk dihat.

Lingê herî giring yê çalakiya 52 rojan dewam kir de, ango dîplomasiya çalakiyê, Fîdan Dogan bi rêve dibir.

Ji ber van kar û xebatên bê hempa ku Rojbîn meşand, bû hedefa êrîşên tarî.

9’ê Çile tevî yek ji sazkarên PKK’ê Sakîne Cansiz û endama tevgera ciwanên Kurdistanê Leyla Şaylemez, li Parîsê hatin şehîd xistin.

Gule ya ku li Fîdan Dogan û hevalên wê reşandin, di rastiyê de li pêvajoya çareseriya Demokratîk ku ji aliyê Rêber Abdulah Ocalan ve hatibû destpêkirin reşandin.

Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan, xwedî li sê jinên şoreşger derketin û hesab ji kujeran xwestin.

Elbîstan, Çiyayê Nûrhak û Salavan Rojbîna xwe, serbilindî û bi tilîliyan pêşwazi kir.

Li gorî kevneşopiya Kurdên Elewî, agir li ser gora wê hat vê xistin.

Ev agirê azadiyê yê di dilê Rojbîn, Sara û Ronahî de bû.

Ew agir venamire, wê her dem bi rêya têkoşerên azadiyê geş bimîne.

Back to top button