ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 176’AN DE YE

Li başurê Kurdistanê çalakiyên ku bi pêşengtiya Nasir Yagiz destpêkirîn bi israrek xurt dewam dikin. Çalakiyên ku li gelek navçe û bajarên Başurê Kurdistanê hatîn destpê kirin didomin.

Her wiha berxwedana çalagerên ku di greva bê dawî û bê dorveger de jî bi israrek xurt didome.

Berxwedana Endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz di roja 176’an de ye.

Tevî ku rewşa tendurstiya Yagiz giran jî dibe û heta niha zêdetirî 20 kîloyan kêm kiriye lê di dewamkirina çalakiya xwe de bi israre.

Di heman demê de berxwedana Endama Meclisa Iştar ya li wargeha Mexmûrê Fedîla Tok 116 rojin li dare.

Her wiha çalakiya Endizyar Herêm Mehmûd jî bi heman armancê di roja 81’an de ye.

Çalager dibêjin heya tecrîda li ser Rêber Ocalan neyê rakirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Her wiha rojane serdan û piştgiya bi çalageran re jî zêde dibin.

Leave a Reply

Back to top button