QSD’Ê 4 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI DÊRA ZORÊ GIRTIN

Piştî têkbirina DAIŞ’ê, QSD’ê ku aramiya herêmê girtiye ser milê xwe, di nava têkoşînê de ye..Herî dawî 4 çete li gundewarên Dêrazorê hatin girtin..Bi girtina van çeteyan re, rastiya bûyerên li Dêrazorê eşkere dibin..Her wiha li Silûkê jî, QSD’ê çeteyekî xeter girtin

Piştî têkbirina DAIŞ’ê, pêngavên şervanên QSD’ê li dijî şaneyên razayî dest pê kir..

Şervan pêngavên xwe li gundewarên Dêrazorê didomînin..

Di vê çarçoveyê de ajansa Hawarê ragihand ku, li gundê Cirdî yê Rojavayê Dêrazorê, QSD’ê 4 çeteyên DAIŞ’ê gritin..

Bi van çeteyan re, mayin û alavên leşkerî jî hatin dîtin..

Bi girtina van çeteyan re, hin mijarên din jî eşkere dibin..

Pankart bi van çeteyan re hatin girtin..

Li ser wan “Em girtiyên xwe dixwazin”, “Em bang dikin ku jin ji kampan derkevin”, “Ka petrol” her wiha navên hinek êlên herêmê mîna Şihêl, Şiwêt û Egîdat hatinbûn nivîsandin..

Ev yek rastiya bûyerên li Dêrazorê eşkere dike..

Ev yek piştrast dike ku armanca van çeteyan, ew bertekên ji bo xizmetguzariyê veguherînin xwepêşandanên siyasî..

QSD: LI HERÊMA SILÛKÊ ÇETEYEKÎ DAIŞ’Ê YÊ XETERNAK GIRT

Di heman çarçoveyê de jî, navenda ragihandina QSD’ê eşkere kir ku hêzên wan çeteyekê xeter ê bi nasnav Ebû Hûman li Silûkê girtin…

Navendê diyar kir ku, ev yek di encama operasyonekê bi hevkariya Kaolîsyonê roja 13 Gulanê pêk hatiye..

Hêzên Sûriya Demokratîk roja 21 Adarê dawî li hebûna çekdarî ya DAIŞ’ê anî û wê çaxê ragihand ku wê li dijî şaneyên veşartî û bermahiyên DAIŞ”ê pêngavê destpê bikin..

Leave a Reply

Back to top button