Li dijî benda Kerkûk -Hewlêrê 8 mûşek katin xwarê

Duh careke din li iraqê êriş pêk hat .

li gorî hat raghandin Li nêzî benda Kerkûk-Hewlêrê 8 mûşek ketin xwarê.

Her wiha tu windahî çênebûne.

Li gorî Rojnewsê, mûşekên ku hatine avêtin li pişt benda Kerkûk-Hewlerê, li nêzik gundê Şêrwane ketine xwarê.

Piştî avêtina mûşekan hêzên polîs û artêşa Iraqê dest bi lêgerînê kirin.

Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê jî derbarê mijar ev daxuyanî da:

“Di seat 19.25’an de hejmarek mûşek ji rojhilat û başûrê navçeya Pirdê avêtin çeperên hêzên pêşmerge yên li eniya 5.

Mûşek li derveyî çeperên pêşmergeyan ketine.

Tu windahiyên giyanî û madî çênebûne.

Li ser mijarê hêzên pêşmerge dest bi lêkolînê kirine.”

Back to top button