Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî 2 kesên din bi Coronayê mirin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî 2 kesan ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Desteya Tenduristiyê ya herêmê ragihand ku du kes bi vîrûsa Coronayê mirin û 23 kesên din pê ketin.

Hevserokê Desteyê Dr.Ciwan Mistefa eşkere kir ku kesên mirine, mêrek ji Qamişlo û jinek ji Dêrikê ne.

Her wiha 23 kesên ku bi vîrusa Corona ketine jî 15 mêr û 8 jin in.

Heta niha li herêmê 37 hezar û 245 kes bi vîrusê ketine, ji wan hezar û 512 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 hezar û 515 jî baş bûn.

Back to top button