Salvegera 9. A komkujiya Parîsê..li Swîsra û Elmaniya çalakî hatin lidarxistin

Li Swîsra û Elmanyayê jî ji bo her sê jinên şoreşger çalakî hatin li darxistin û têde komkujiya Parîsê hat şermezarkirin.

Li bajarê Aaraû yê Swîsreyê ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de li ser navê Meclisa Jinê ya Rojbîn, Dîlan Çetînkaya axivî û ev tişt anî ziman:

“Em vê komkujiyê şermezar dikin, yên ku her sê jinên şoreşger şehîd kirin wê ti carî negihêjin armanca xwe.

Divê li hember vê yekê dewleta Fransayê berpirsyariya xwe bi cih bîne.”

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê jî ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez merasîmek hat lidarxistin.

Di merasîmê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê axaftin hatin kirin û her sê jin hatin bîranîn.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz û hevrêyên wê hat pêşandan.

Back to top button